Sibê şemî, 12 Gulana 2018`an , çaremîn hilbijartina parlemanî piştî sernixûnbûna Sedam, dîktatorê îdamkirî li sala 2003`an û yekim hilbijartin piştî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê, li nava Iraqê dê were lidarxistin.
Dengirtina ji iraqiyên rûniştiyê 21 welatên cîhanê û her wiha ji hêzên çekdar, pêncşemiya buhurî, 10 gulanê cih hat ku berpirsên komîsyaryayê bilind ê hilbijartinên Iraqê li bara beşdariya sedî 78 ê hêzên çekdar agahî dane.
Teblîxata hilbijartinên parlemanî yên Iraqê ku ji siba roja şemiyê, 14 Nîsanê destpê bibû, ji siet 7 vê sibê li gor dema herêmê derbasî bêdengiya hilbijartinê, beriya hilbijartinên parlemanî yên Iraqê bûye û her cure teblîxata hilbijartinên berbijaran hatiye qedexekirin.
Di hemen demê de, Hazim El-Redînî, endamê komîsyayê bililnd ê hilbijartinên Iraqê raghand: Nêzîkî 60 hezar çavdêrên navneteweyî û navxweyî dê çavdêriya hilbijartinên parlemanî li parêzgehên Iraqê bikin.
Komîsyayê bililnd a hilbijartinên Iraqê raghand ku ji sercem nifûsa 36 milyonî ya Iraqê, 24 milyon kes dikarin dengê xwe bidin û hilbijartin li 18 parêzgehên Iraqê tên lidarxistin.
Li vê hilbijartinê zêdetir ji 7 hezar brbijar ji bo bidestxistina 328 kursiyên parlemanê hevrikiyê dikin xêncî bijartina serokwezîr, partiyên ku kursiyên parlemanî bi dest dixin, divê li bara serokkomar û serokatiya parlemanê li hev bikin yanê li gor qanûna Iraqê ku fraksiyonên siaysî serê li kirine serokkomar divê ji kurdan, serokwezîr ji Şîeyan û serokê parlemanê divê sunne be.
Hevaklbendiya Fathê bi serokatiya Hadî Amêrî, El-Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî, Saêrûn bi serokatiya Muqteda Sedr, Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî û Hikmeya neteweyî bi serokatiya Emar Hekîm, pênc lîsteyên mezin ên hilbijartinên tevgerên piraniya gelê Iraqê ne.