IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Iraq: Bila Sûriye carek din bikeve nav lîsta welatên endame Yeketiya Ereb

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Bila Sûriye carek din bikeve nav lîsta welatên endame Yeketiya Ereb û pêwîste ku ev welata ciyê xwe li nav Yeketiya Ereb bigre.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, ji zarê Sûmiriye Nres`ê, Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li gotinên xwe yên îro sêşemê li rêûrisma dest bikarkirina karê xebata Yeketiya Ereb , ji welatên endam xwes ku îznê bidin ta ku Sûriye carek din bibe endamê vê Yeketiyê got: Bila Sûriye carek din bikeve nav lîsta welatên endame Yeketiya Ereb û pêwîste ku ev welata ciyê xwe li nav Yeketiya Ereb bigre.

Ceferî got: Ez ji birayên xwe yên ereb dixwazim ku venêhrînekê bavêjin ser siyasetên xwe li hemberî Sûriyê û îznê bidin ku carek din Sûriye bibe endamê Yeketiya Ereb.

Wî bal kişande ser hemû nêhrînên ne wek hev ku li nav welatên erebî tê dîtin li vî halî ragihand ku Sûriye welatekî erebî pê dîrokekî kevn û dewlemende û pêwîste ku endamê Yeketiya Ereb be.

Ceferî ragihand ku ev pirsgirêkane jî dê rojekê çareser bin û pêwîste hemû welatên erebî li vê barê alîkariya hevdu bikin.

Ceferî bilî rexneya ji destdirêjiya eskerî ya Tirkiyê ser axa Iraqê ragihand ku em ji Enqerê dixwazin ku her çi zûtirkê hêzên xwe ji Beşîqê li bakûra Iraqê derxîne û em ji welatên Yeketiya Ereb jî dixwazin zextûzorê bînin ser Tirkiyê ta ku ew dest ji zêdexwaziya li nav axa Iraqê berde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu