IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Bo pirsgirêka Kerkûkê komîsyonek taybet hat ava kirin

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Meclisa Bajêr a Kerkûkê wan komîsyoneke taybet ava kir.

Ebdulmehdî li Bexdayê civîneke çapemeniya li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivandin. Ebdulmehdî li ser pirseke kombûna meclisa Kerkûkê da wiha got:”Meclisa Bajêr ya Kerkûkê ev 2 salin kom nabe. Ji bo çareserkirina vê meseleyê û tesdîqkirina pîlana veberhênana me komîsyoneke taybet ava kir.”

Abdulmehdî wiha got: “Meseleya gendeliyê şibiya meseleya têkoşîna dijî terorê û meseleyeke girîng e. Lê ji bo vê divê delîl hebin. Heke îdiayên tên gotin bikêrî tiştekî nayê.”

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu