IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Çekdarên jin ên DAIŞ’ê 130 xort û zarok kuştine

Parlamentoya Iraqê ragihand ku çekdarên jin ên DAIŞ’ê li nav Mûsilê 130 xort û zarok kuştine û cenazeyên wan jî bi stûnên elektrîkê ve daliqandine.

Serokê Lijneya Mafên Mirov li parlamentoya Iraqê Ebdulrehîm Şemerî îro di konferansa çapemeniyê de ragihand ku çekdarên jin ên DAIŞ’ê 130 xort û zarok li bajarê Mûsilê dane ber guleyan û paşê cenazeyên wan bi stûnên elektrîkê ve daliqandine.

Serokê Lêjneya Mafên Mirov bang li hikûmet û Artêşa Iraqê kir ku di azadkirina deverên di destê DAIŞ’ê de lezê bikin û wan deveran zû rizgar bikin.

Wî parlamenterê Iraqî  da zanîn ku rewşa xelkê Mûsilê pir xirab û şepirze ye û DAIŞ li ser kuştin û komkujiya xelkê berdewam e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu