NûçeÎranIraqRojhilatanavin

Iraq deriyên otobanê ji bo ziyaretvanên Kerbela yên Îranî bê vîze vedike

Îro danê sibê hêzên ewlehiyê yên Iraqê li deriyê hevbeş ê bi Îranê re bûn û şert û mercên nû ji bo ziyaretvanên Îranî ragihandin.


Li gor zanyariyên ku di vê çarçoveyê de hatine dayîn, ji îro pê ve geştiyarên Îranî bi rêya bejayî û bi seferên geştyariyê, dê bi rêya derbasbûna deriyê sînorî yê hevbeş yê Îran û Iraqê, bêyî vîzeyê serdana herêmên Atebat bikin.


Li gorî heman nûçeyê, di demekê de ku heta niha aliyê Îranê proseya tomarkirina rêwiyan dest pê nekiriye, lê aliyê iraqî ragihandiye, ku ew amade ne ji bo pêşwazîkirina geştiyarên Îranî.

Başa dön tuşu