IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Divê plana rawestandina derxistina niftê ya OPEC`ê Bexdayê negire ber xwe

Cebar Lueybî wezîrê niftê yê Iraqê şeva buhurî got: Iraq jiber têkoşîna giran a li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê, dixwaze ku nekeve ber plana OPEC`ê ya rawestandina derxistina niftê.

Wezîrê niftê yê Iraqê pêkutî kir ku têkoşîna li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê hegereke girîng jibo parastina pişka Iraqê ya derxistin û firotina niftê ye.

Ev gotin li halekî dikevin rojevê ku endamên OPEC`ê, li bara kêmkirina derxistina niftê bi merema misogerkirina rewşa bazara niftê nîqaşê dikin.

Iraq duyemîn derînerê niftê li OPEC`ê ye û li gorî daxûyanîya wezareta nifta vî welatî, Iraq niha di rojê da 4 milyon û 228 hezar bermîl nift derdixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu