Fermandarê Polîsên Fedral ên Iraqê Ferîq Raîd Şakir diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya operasyona Mûsila Kevin de li navçeyên hatine kontrolkirin lêgerîn û paqijiyan li ser îmxakirina bombeyên vedayî dikin.
Raîd Şakir herwiha balkişande ser wê yekê ku niha rûberekê kêm maye û di saetên beriya me de ew ê mizgîniya serkeftina şerê Mûsilê dê ragihînin.
Fermandê Polîsên Fedral got: “Di şerê çend rojên derbasbûyî de ziyanên mezin gihiştine DAIŞê. Di van rojan de 74 mîlîtan hatine kuştin û 7 mûşekên wan jî hatine desteserkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)