FilistînNûçeRojhilatanavin

Şehadeta filistîniyek`î din bi destê eskerên Rejîma Siyonîstî

Eskerên siyonîstî li dewama cinayetên xwe yên dijî gelê filistînê, filistîniyek din kirine hedefa êrişên xwe û şehîd kirin.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a El-Mesîreh ya Yemen`ê, Wezareta şaxlemiya Filistîn`ê ragihihand:Eskerên siyonîstî êvara duh sêşemê  li dewama cinayetên xwe yên dijî gelê filistînê li Nablos`ê li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdin`ê  filistîniyek din kirine hedefa êrişên xwe û şehîd kirin.

Li vê destdirêjiya siyonîstan ser gelê filistînê 40 filistînî jî hatine girtin.

Rejîma Siyonsîtî herwisa bi gaza îzotê êrişî ser xelkê Filistînê kir ku ji ber vê cinayetê hinek ji filistîniyan jî birîndar bûn.

Telivîzyona El-Minar jî ragihand: Eskerên siyonîstî 7 cewanên filistînî yên Nablos`ê hatine girtin.

Ehmed Cerar xebatkarê baskê Izedîn Qesam çiqla eskerî ya Hemas`ê li bajarê Cinîn`ê li Qiraxa Rojavaya Çem`ê Urdinê bi gulleya eskerên siyonîstî şehîd bû.

Başa dön tuşu