ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdemî: Siyasetên Trump derbe li mafên navneteweyî xistine

Qaîm Meqamê Wezîrê Karên Derve û Şandiyê Taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Siyasetên yekalî yên serokoamrê Amerîkayê ziyan gihandiye peymanên qedexetiya berfirehkirian çekên navokî û mafên navneteweyî.

Li gorî rapora Rêvebiriya Dîplomasiya Mêdyayî ya weareta karên derve, Qaîm Meqamê Wezîrê Karên Derve û Şandiyê Taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Murteza Sermedî li hevdîtina bi Nîkolas madoroyê serokomarê Vinêzoêlayê li Karakasa paytexta vî welatî, pesna siyasetên vî welatî li warê sekinîna li hemberî destdirêjî û siyaseta yekalîtîşopandina Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê da.

Sermedî piştî pêşkêşkirina nameya Serokê Komara Îslamî ya îranê, Hesen Rûhanî, bo serokomarê Vinêzoêlayê û pîrozkirina dubare ya bijartina Nîkolas madoro wek serokomarê vî welatî, destnîşan kir: Siyasetên xerabker û li ser esasa nêrîna yekalî ya Donlad Trumpê serokoamrê Amerîkayê heta li dijî hevpeymanên Amerîkayê bi taybet Kanada û Ewropayê ne jî.

Qaîm Meqamê Wezîrê Karên Derve û Şandiyê Taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran û Vinêzoêla divê bi zêdekirina hevkariyên xwe lio hemberî siyasetên xerabker ên serokomarê Amerîkayê bi awayekî ciddî û qahîm rawestin.

Nîkolas Madoroyê serokomarê Vinêzoêlayê jî li hevdîtina bi Qaîm Meqamê Wezîrê Karên Derve û Şandiyê Taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî şirovekirina siyasetên bi zorbêjî yên Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê derbarê koçberên mêkzîkî û berûlayên din ên siyasetên bitalûke yên Trump li Amerîkaya Latînê, got: Obama bi siyaseta durûtiyê û Trump bi siyaseta aşkira li pey jinavbirina Vinêzoêla û welatên serbixwe bûne.

Qaîm Meqamê Wezîrê Karên Derve û Şandiyê Taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku sefera Vinêzoêlayê kiirye, digel wezîrê karên derve û serokê civata damezirîner a vî welatî jî hevcdîtin pêk aniye.

Başa dön tuşu