EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Welatên ewrûpî yên piştevanê terorîzmê niha bi xwe ketina nav dafa terorîzmê

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netwên Yekgirtî ragihand; Birek ji welatên ewrûpî yên ku wextekî pişta terorîstan digirtin, niha bi xwe rastî xetera terorê hatine.

Beşar Ceferî Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netwên Yekgirtî ragihand; Birek ji welatên ewrûpî yên ku wextekî pişta terorîstan digirtin, niha terorîzm bûye belaya serê wan.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî got: Birek ji welatên ewrûpî hema li destpêka aloziya nav Sûriyê terorîst şandine nav axa Sûriyê ku xwîna xelkê bê guneh birêjin û li kuştina xelkê bi destê terorîstan pişkdar bûn û wê çaxê wan navê van terorîstan datanîn xebatkarên cîhadî lê niha ku ev terorîstane zivirîne nav van welatan û kiryarên terorîstî cih tînin navê wan datînin terorîst.

Beşar Ceferî li gotinên xwe li Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî li bara rewşa Rojhilata Navîn got: Rejîma Siyonîstî hema hîn jî li navçê pişta grûpên terorîstî yên wekî Cibhetul-Nusreh digre.

Wî destnîşan kir; Rejîma Siyonîstî hîn jî li bilindiyên Gulanê ku dagîr kiriye xelkê Sûriyê zîndanî dike û mal û daratiya xelkê talan dike û qayde û qirarên navnetewî bin pê dike.

Wî ji Rêxistina Netewên Yekgirtî ji welatên cîhanê xwest ku riyekê bona kutahîdana bi destdirêjiyên Rejîma Siyonîstî peyda bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu