IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq hejmara koçberên bajarê Mûsilê eşkera kir

Hikûmeta Iraqê hejmara koçberên bajarê Mûsilê yên ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê koçber bûne aşkera kir.

Îro 28.12.2016ê wezîrê koç û koçberan ê hikûmeta Iraqê Derbaz Mihemed di beyanameyekê de ragehand, ku 120 hezar koçberên bajarê Mûsilê û derdora wê li qampan hatine bicîh kirin.

Herwaha Derbaz Mihemed ragehand, ku ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê heta naha 137 hezar kes li bajarê Mûsilê û bajarokên Hewîceyê ve koçber bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu