ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Pêla nû ya girtinan li Erebistanê, 11 şazadeyên siûdî li Riyazê hatine girtin

11 şazadeyên siûdî ku li ber koşka El Hekemê li Riyazê kom bibûn, ji aliyê Garda Paşatiyê ya Erebistanê ve hatine girtin û jibo zîndana Haêrê ve hatin veguhestin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê û ji zarê malpera nûçeyan a Exbar El Siûdiye, piştî ku 11 paşayên Siûdî, bona nîşandayîna nerazîbûna li hember biryara Riyazê ya jibo îbtalkirina muafbûna şazadeyan ji dayîna fatûreyên av û cereyanê li ber Koşka El Hekemê li Riyazê kom bûn, fermana girtina wan ji aliyê Yekîneya El Sêyf El Ecrebê li Garda Paşatiya Erebistanê ve hate dayîn.

Li gorî ragihandina mêdyayên nêzîkî desthilatdariya Erebistanê, şazadeyan bi kombûna li ber Koşka El Hekemê, herwiha xwestin ku ji ber dayîna hikmê qisasê jibo pismamekî wan xerametê bidin wan.

Cemal Xaşiqçî, nivîskarê binavbang ê erebistanî jî li Twîtêrê bal kişande ser zêdebûna pêla nû ya girtina şazadeyên siûdî ku ji 4`ê Çileya sala 2018`an ve destpê bûye û nivîsî: Ev girtin ji ber rexneya wan ji hin meselên li Erebistanê bûne.

Mihemed Bin Selman, welîehd û wezîrê berevaniya Erebistanê, ji dema ku li vî welatî bûye desthilatdar, li dû kêmkirina par û pişkên şazadeyên siûdî û pismamên xwe bûye ta ku bi vî awayî nifûz û desthilata wan kêm bike û hemî rikeberên xwe ji holê rake.

Li gorî ragihandina mêdyayên li Erebistanê, Mihemed Bin Selman, dil heye nasnava paşatiyê ji hin şazadeyên siûdî bistîne û bi vî awayî malbata Alê Siûd biçûktir bike. Welîehdê Erebistanê, vê dawiyê jî bi mihaneya sekinîna li hember gendeliyê, hejmarek ji şazadeyên Siûdî bi tawana gendeliyê girtin.

Başa dön tuşu