Iraq îzna damezrandina meqerên eskerî nade Emerîkayê
Heyder El-Izarî, balyozê Iraqê li Rûsiyê got: Ger Emerîka daxwaza damezrandina meqerên eskerî li Iraqê bike, Iraq dê vê daxwaza wê qebûl neke.
Li gorî rapora IRNA`yê, El-Izarî li bara rapora hin medyan li bara plna Emerîakyê jibo damezrandina meqerên eskerî li Iraqê got: Haje vê mijarê tune lê bele bersiva vê daxwazê neyînî ye.
Wî got: Hêzên eskerî yên mayî yên Emerîkayê li Iraqê hinek misteşar in û behsa damezandina meqera eskerî li vî welatî nehatiyekirin.
Balyozê Iraqê li Rûsiyê got: Dewleta Bexadyê lidarxistina meqerên eskerî yên Emerîkayê li Iraqê qebûl nake bi curekê ku bi caran raghandiye ku tu meqereke eskerî ya Emerîkayê li Iraqê tine.
Dîplomatê pilebilind ê iraqî got: Ewlewiyeta ewil a parastina hakimiyeta neteweyî ya Iraqê ye û l ser vê esasê biryardayîn li bara hebûan meqerên eskerî yên Emerîkayê li Iarqê tenê ser milê Bexdayê û ne aliyekî din e.
Emerîka ku li sala 2011`an piştî heşt salan dagirkiriyê, plana derketina hêzên xwe ji Iarqê cih anî li sala 2014an û bi mehan rawestana li ber DAIŞê û se navê hevalbndiyeke qaşo navneteweyî vegerya vî welatî.
Hevalbendiya navneteweyî ya li dijî DAIŞê bi serkirdetiya Emerîkayê îdia dike ku ji sala 2014`an meqerên DAIŞê li Iraq û Sûriyê bombebaran dike lê gelek belge hatine weşandin ku wan li halê guhestina rayedarên DAIŞ`ê, gîhandina lîkariyê bo terorîstan û gîhandina çek û sîlehan bo terorsîtên DAIŞê nîşan dide.