IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq ji bo operasyona rojavayê Mûsilê amade ye

Fermandariya Dijterorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Artêşa Iraqê ji bo destpêkirina rizgarkirin a rojavayê Mûsil hemû amadekariyên xwe temam kirine û got, “Êdî şêwazên şerê DAIŞê eşkere bûne.”

Li gorî agahiyên ajansa Al-Sumariayê Fermandarê Hêzên Dijterorê yê Iraqê Ebdul Xenî El-Esedî ragihand ku ji bo destpêkirina operasyona rizgarkirin a rojavayê Mûsilê hemû amadekariyên hêzên hevbeş yên Iraqê hatin temamkirin.

El-Esedî di berdewama axaftina xwe de got: “Hêzên me yên hevbeş ên wekî Polîsên Federal, Dijteror, Heşdî Şebî û pêkhateyên din ên leşkerên Iraqê hemû amadekariyên xwe yên ji bo operasyona rizgarkirin a rojavayê Mûsilê temam kirine û li benda biryara Heyder Ebadî ne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu