ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Iraq li hember boykotên zalimane yên Amerîkayê ye

Boykotên zalimane yên Amerîkayê yên li dijî Komara Islamî ya Îranê bûn sedema berteka kom û kesayetîyên iraqî û wan ew şermezar kirin.

Nûrî Malikî alîkarê yekem ê serokomar û serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê ya Iraqê îro boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê binpêkirina aşkira ya mafên navnetewî zanîn û ji dewleta vî welatî xwest û dewletên herêm û cîhanê xwest ku li dijî wan derkevin.

Seyîd Emar Hekîm serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê jî îro pêgirî kir ku erka dînî û exlaqî ya dewlet û gelê Iraqê piştgirîya ji komara Islamî ya Îranê ye çinku Îran di hemî qeyranan de li rex Iraqê sekinî.

Hesen Salim serokê Bereya Sadêqûn a Iraqê jî boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê şermezar kirin û ji dewleta Iraqê xwest ku li rex Komara Islamî ya Îranê cî bigire.

Partîya Al Deiwe ya Iraqê jî ji hemî hikûmetên azad ên cîhanê nemaze yên islamî xwest ku sepandina boykotên zalimane yên Amerîkayê ser Îranê de şermezar bikin.

Başa dön tuşu