IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Li Mûsilê 70 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Iraqê diyar kir ku li herêma Mûsilê di navde serçete jî ku hene, 70 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Îro Wezareta Parastinê ya Iraqê têkildarî rewşa dawî ya şerê Mûsilê daxuyaniyek nivîskî weşand. Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku di êrîşên dawiyê yên balafirên şer de li herêma Mûsilê di nav de serçete jî ku hene, 70 çete hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Iraqê di dewama daxuyaniya xwe de wiha jî ragihand; “Hêzên hewayî li ser agahiyên hêzên şer ên bejahî li bajarokê Tel Ebte ya Mûsilê civînek a DAIŞ’ê hedef girtine û li vir 20 çete hatine kuştin. Her wiha di bombebaranên cûdatir ên piştî vê de jî 50 çeteyên din ên DAIŞ’ê hatine kuştin.”

Her wiha Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku cebilxaneyek  û cihê amadekirina bombeyên ji bo êrîşên xwekujîyê û çend wesayitên çeteyan li çola Ekaşatê li rojavaya El-Anbarê hatine rûxandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu