ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Meytên 98 şehîdên îranî li sînorê Şelemçeyê hatin raberkirin

Rayedarên iraqî ragiahndin ku meytên 98 şehîdên îranî yên serdema Berevaniya Pîroz (Şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma Beisa Iraqê dijî Îranê ji sala 1980`ê heta 1988`an va) li sînorê Şe3lemçeyê raberî rayedarên îranî hatin kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, meytên şehîdên îranî du rojan berî viya bi amadebûna çavdêrên komîteya navneteweyiya Xaça Sor bo nav axa Îranê hatin veguehstin û  biu merasima taybet a leşkerî hatin pêşwazîkirin.

Al Someria News`ê  ji zarê hin çavkaniyên nûçeyan li Besreyê li vê barê nivîsî: Li berdêla viya meytên 11 serbazên iraqî yên kivşbûyî li deverên sînorî jî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê bo aliyê iraqî hatiye raberkirin.

Ev yekem danûstandina ser goriyên şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê, di navbera du welatan di sala 2017`an da ye. Du welatan ji sala 1996`an va heta niha li vî warî da 40 carî danûstandin hebûne.

Hatiye gotin ku meytên şehîdên îranî ku roja çarşemiyê raberî Îranê hatine kirin, li pêvajoya lêgerîn û sehkirinên pêkhatî di heyama yekmehî ya pêşda hatine peydakirin.

Serokê rêjîma Beisî ya Iraqê, Sedam Hisên ku sala 2003`an sernixûn bû di meha Îlona nsala 1980`î da piştî dirandina belgeya Biryarnama Cezayîrê, bi fermî destdirêjiya ser axa Îranê kir. Ew li vê êrîşa leşkerî li ser Îranê ji aliyê welatên paşverû yên ereb li dorhêla Kendava Farsê va dihat piştgirîkirin û çek û amorên şêrr ji wan werdigirit. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu