IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Sefîrê me li Enqerê nehatîye vexwendin

Balyozxana Iraqê li Enqerê nûçeyên têkildarî vexwendina sefîrê vî welatî bo wezareta karên derve ya Tirkîyê derew zanî.

Li gorî rapora malpera Someriye News`ê, balyozxana Iraqê li Enqerê şeva buhurî bi daxûyanîyekê ragihand, nûçeyên têkildarî vexwendina Hişam Elewî sefîrê Iraqê li Tirkîyê derew in û wî li gorî planê bi alîkarê wezîrê karên derve yê Tirkîyê ra hevdîtin pêk anîye û biryara parlimana Iraqê ya roja sêşemê jî tu bandorek li vê hevdîtinê nekir.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye ku Iraq li şerê azadkirina Mûsilê hewcedarê pişkdarîya hêzên bejayî yên bîyanî yên tu welatekî cînar nîne.

Hêjayî gotinê ye ku roja çarşemê hin nûçe hatin belavkirinê ku li gorî wan wezareta karên derve ya Tirkîyê, Hişam Elewî sefîrê Iraqê li Enqerê ban kirîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu