Serokerkantiya hevpare artêşa Iraqê li kêlega nîşangeha şeşan a navnetewî ya pêşeya berevanî û eskerî li Bexdayê got: Iraqê li dirêjiya şerê dijî DAIŞ`ê ser çek û sîlahên Îranê ku gelekê jî pêşketî ne, nasyarî peyda kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Usman Qanimî serokerkantiya hevpar a artêşa Iraqê duh sêşemê li kêlega nîşangeha şeşan a navnetewî ya pêşeya berevanî û eskerî li Bexdayê, seredana wê pişka nîşangehê ku çek û sîlahên Îranê lê hatine danîn kir û destnîşan kir; Çek û sîlahên Îranê bona me li Iraqê tiştekî xerîb nînin ji ber ku li şerê dijî DAIŞ`ê bi caran ji van çek û sîlahan sûd hatiye wergirtin.
Serokerkantiya hevpar a artêşa Iraqê destnîşan kir; Ji ber tecrubeyên meydanî ku li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê me ji sîlahên Îranê heye, bi vê zûtiyê em ê rêketinnama kirrîna çek û sîlahan ji Îranê îmza bikin.
Usman Qanimî bikaranîna çek û sîlahên îranî li şerê dijî terorîzmê girîng da zanîn û destnîşan kir; Nîşangeha çek û sîlahan li Bexdayê, nîşana vê peyamê bû ku terorîzm li Iraqê li halê jinavçûnê ye.
Nîşangeha şeşan a navnetewî ya pêşeya berevanî û eskerî li Bexdayê bi pişkdariya 80 kompaniyan ji 21 welatên cîhanê ji yekşemiyê, 5 Adara 2017`an va birê ket û duşemiya bihurî jî kutahî daye karê xwe.
Îran yek ji welatên pişkdar li vê nîşangehê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)