AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran îzna tranzîta madên narkotîk nade

Fermandê sînorvaniyê yê hêza ewlehiyê ya Komara Îslamî ya Îranê got : Îran li çarçêva rawestana li ber madên narkotîk bo welêt, îzna tranzîta van madana nade welatên din û Ewrûpayê.

 Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp Qasim Rizayî fermandê sînorvaniyê yê hêza ewlehiyê ya Îranê roja  duşemiyê li hevdîtina  Ehmed Qorbanov balyozê Tirkenistanê li Tehranê tekez kir: Îran li  bereya  pêşengê rawestana li ber madên narkotîk e û bi micidî li hember sewdakirên mirinên  radiweste.

Serdar Rizayî bal kişand ser tecrubên Îranê jibo rawestana li ber grûpên terorîstî û sewdakirên mirinê û got : Îran dikare tecrubên  xwe bide ber destê sînorvanên  welatê dost  û cînarê xwe Tirkmenistanê.  Fermandê sînorvaniyê yê hêza ewlehiya Îranê her wiha  jibo lidarxistina  yekim civîna  hevpar a sînorvanên  Îran û Tirkmenistanê amadetiya xwe ragihand.

Ehmed Qurbanov balyozê Tirkmenistanê li Têhranê jî li vê hevdîtinê got : Peywendiyên  Îran û Tirkmenistanê li cîhanê  nimûne ye û ti kes nikare li van peywendiyên  bi hevaltî û kûr valahiyan çê bike.

Balyozê Tirkmenistanê li Têhranê her wiha  dewetnameya  fermandê sînorvaniya  vî welatî raberî serdar Rizayî jibo beşdariya  li mersimeke  mezin û giring li Tirkmenistanê kir û got : Ev sefera dikare  derfeteke baş jibo destpêkirina  hevkariyên  berfirehtir ên sînorvanên  du welatan be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu