AborîIraqNûçeRojhilatanavin

Iraq û Urdinê derheq berfirehkirina hevkarîyên aborî û ticarî lihev kirin

Serokwezîrên Iraq û Urdinê basa lihevkirina derbarê berfirehkirina hevkarîyên her du welatan di warên aborî û ticarî, vekirina dubare ya derîyên sînorî û damezirandina devera pêşeyî ya hevpar de kirin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî îro li şarê Bexdayê bi hevtûşê xwe yê urdinî Umer Rezzaz re hevdîtin pêk anî û piştre her du alî di civîneke rojnamevanîyê da pişkdar bûn.

Evdilmehdî di wê civîna rojnamevanîyê de pêgirî kir ku hevkarîya aborî û ticarî ya di navbera Iraq û Urdinê da wê bê zêdekirinê û dîyar kir ku wî û Rezzaz derheq avakirina devereke pêşeyî ya hevpar a bi beratî û panatîya 24 kîlomêtran li sînorê her du welatan lihev kirin.

Serokwezîrê Iraqê bi gotina vê yekê di hevdîtina digel hevtûşê xwe yê urdinî da meseleya muafbûnên gumrikî yên di navbera her du welatan da jî hatin hilkolandin û dîyar kir: Iraq û Urdin ser vê bawerê ne ku rêçareya sîyasî garantîya kutabûna qeyranên li herêmê ye.

Serokwezîrê Urdinê Umer Rezzaz jî di vê civîna rojnamevanîyê da pêgirî kir ku Paşayê Urdinê Melikevdilayê Duyem ferman daye ku derîyên hevkarîya digel Iraqê di warên curbicur da vekirî bin.

Serokwezîrê Urdinê ragihandin: Her du alîyan lihev kirin ku Bendera Al Aqebê li başûra rojavaya vî welatî yek ji benderên derfirotina nifta Iraqê be û bi kêmkirina sedî 75`ê xeracên derfirotin û derkirînên di navbera her du welatan hevkarîya di warên esmangerî û tranzîta deryayî da were berfirekirinê.

Di vî halî da Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê jî di daxûyanîyekê da bi dû kutabûna gotûbêjên fermî yên desteyên iraqî û urdinî bi serokatîya Evdilmehdî û Rezzaz pêgirî kir ku her du alîyan derbarê hin meseleyan ji wan vekirina dubare ya derîyên sînorî yê Terîbîl-Keramê di navbera her du alîyan ji destpêka meha Sibata sala bê ya zayînî va lihev kirin.

Başa dön tuşu