ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wilayetî: Armanca Têhran û Şamê parastina Xeta Berxwedanê ye

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li karên navnetewî got: Armanca Îran û Sûrîyê parastina Xeta Berxwedanê li navçê û berxwedana li hemberî sîyonîsmê û piştgirên wê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elîekber Wilayetî îro piştî hevdîtina digel Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûrîyê li bajarê Şamê li koma nûçegihanan babetên hevpar ên di navbera Îran û Sûrîyê de têkildarî Xeta Berxwedanê isûlî û bingehîn zanîn û got: Hevkarîya giştalî ya Îran û Sûrîyê bûye sebeb ku amerîkî û sîyonîst bizanibin tişta ku ew li navçê bi dû sepandina wê ser dewlet û gelê Sûrîyê bûn, tenê xewn û xeyalek e.

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li karên navnetewî bal kişand ser serketinên artêş û gelê Sûrîyê li Dêrezorê û deverên din ên vî welatî û got: Îran û Sûrîye hertim hevdeng û hevrê ne.

Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûrîyê jî pêgirî kir ku peywendîyên qahîm û istiratêjîk ên di navbera Sûrîyê û Komara Islamî ya Îranê de ji bo her kesî eyan in û ev peywendî hemî waran digirin ber xwe.

Welîd Muelim herwiha got: Sûrîye ji ber hebûna Îranê li Mêhwera Berxwedanê şanazîyê dike û Îran şirîkê serketinên gel û artêşa Sûrîyê ye.

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilabê li karên navnetewî şeva buhurî piştî kutakirina seredana xwe ya Libnanê derbasî Şam paytexta Sûrîyê bû û biryar e ku bi serokomar û serokwezîrê Sûrîyê re hevdîtinê pêk bîne û here seredana hin deverên vî welatî.

Başa dön tuşu