IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

100 kamyûnên biguman ên Hevalbendîya Amerîkî ji Iraqê derbasî rojhilata Sûrîyê bûn

Di halekî da ku Waşîngton idiaya vekişîna ji Sûrîyê dike, Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê îro bo cara çendan ragihand: 100 kamyûnên ser bi Hevalbendîya Amerîkî ji Iraqê derbasî rojhilata Sûrîyê bûn.

Li gorî rapora Kanala Al Alamê, Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê berovajî idiaya vê dawîyê ya Serokomarê Amerîkayê Donald Trump derheq vekişîna hêzên vî welatî ji Sûrîyê ragihand: Ew kamyûnên Hevalbendîyê li cadeya Amûdê-Qamişloyê ser bi Hesekê li bakura rojhilata Sûrîyê bûne.

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê di meha Çillê da jî ragihand: Karwanekî pêkhatî ji bi dehan maşîn û zêrêhpûşan ji derîyê Sêmalka li Herêma Kurdistana Iraqê derbasî rojhilata Firatê bû.

Başa dön tuşu