ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Amerîka ketiye tecrîdê

Alîkarê siyasî yê wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh li hevpeyvîna bi rojnama Spanyayê ya ABC re got: Amerîka piştî derketina yekalî û bi serê xwe ji Peymana Navneteweyî ya Navokî tev Îranê derket, bi tenê maye.

Li gor nûçeya IRNAyê  Alîkarê siyasî yê wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Iraqçî li hevpeyvîna xwe bi rojnama Spanyayê ya ABC re desnîşan kir ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump hîn jî tecrubeyeke bê encam dişopîne û got: Boykotên Amerîkayê dibe ku xercên giran ji me re hebe, lê eva nabe sedem ku Îran dest ji helwêst û siyasetên xwe berde.

Iraqçî got:  hikûmeta berê ya Amerîkayê boykotên girantir ser Îranê dasepandibûn, lê aqubet neçar ma ku were ser maseya muzakireyê.

Alîkarê siyasî yê wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser îdiayên rayedarên Rejîma Siyonîstî derheq leşkerîbûna hewldanên navokî yên Îranê û got: Rayedarên Rejîma Siyonîstî li gotina derewan pispor in, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li 13 raporên xwe derheq bernama navokî ya Îranê diyar kiriye ku gişt hewldanên Îranê di vî warî de bi aştî ne.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump sêşemê 8 Gulana 2018 bi awayekî yekalî û bi serê xwe ji nav Peymana Navneteweyî ya Navokî tev Îranê derket û baykotên dewra yekim li 7 Tebaxê û dewra dudiyan a boykotan jî 5 Mijdarê li ser Îranê sepandin.

Başa dön tuşu