Iraqçî: Berjewendîyên Îranê girîngtir ji parastina rêketinameyekê ne
Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Parastina berjewendîyên gelê Îranê girîngtir ji parastina rêketinameyeke digel welatên din e.
Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd-Ebbas Iraqçî li rex pêncemîn konfiransa navnetewî ya Qedexekirina Berbelavkirina Çekên Navokî ku ser navê “ênêrjîya navokî-jiçekkirin û qedxekirina berbelavbûnê“ li Moskowê hat lidarxistinê li koma nûçegîhanan got: Îranê ji alîyekî ve vîna xwe jibo cihanîna sozên navokî û ji hêla din ve jibo kêmkirina wan sozan di rewşa cihnehatina sozên alîyên himber bi zelalî nîşan daye.
Iraqçî herwiha got: Îranê bi qasê têrê bike derfet daye dîplomasîyê û heke rewş neguhere, dê kêmkirina sozan bidomîne.
Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê amajeyî tenêmayîna Amerîkayê di asta navnetewî de jî kir û got: Gellek ji welatên pişkdarê konfiransa navnetewî ya Moskowê, yekalîkarîya Amerîkayê şermezar kirin.
Seyîd-Ebbas Iraqçî herwiha got: Heta gellek welatên ewrûpî jî yekalîkarîya Amerîkayê şermezar dikin û roja îro tevgerek dijî yekalîkarîya Amerîkayê li seranserî cîhanê destpê bûye ku roj bi rojê xurt dibe.
Pêncemîn konfiransa navnetewî ya Qedexekirina Berbelavkirina Çekên Navokî ku ser navê “ênêrjîya navokî-jiçekkirin û qedxekirina berbelavbûnê“ îro bi pişikdarîya rayedar û kesayetîyên 40 welatên cîhanê û çend sazîyên navnetewî yên girîng ji wan NY û Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî (IAEA) li Moskowê destpê bû.
Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd-Ebbas Iraqçî weke nunerê Îranê di wê konfiransê de û di civînên taybet bi rêketinama navokî ya digel Îranê de rewşa herîdawîyê ya wê rêektinameyê şirove bike.