ÎranNûçeRojhilatanavin

Têrorîstan xwestin êrîşî ser du birêcn zîrevaniya ser sînor bikin, lê ser neketin

Fermandarê Şaristana Seravanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê çarşemiyê bi şev qala serneketina têrorîstan li êrîşa ser bircên pasevaniya sînorî yên 160 û 161ê yên vê şaristanê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Fermandarê Şaristana Seravanê, Derwêş Narûyî bi bîr xist ku berêvariya Çarşemiyê bircên pasevaniya sînorî yên Mîla 160 û Mîla 161ê li Şariostana Seravanê ketin ber êrîşa kor a koma têrorîst a Ceyş El Zilmê ku bi hişyariya hêzên sînorvanî û Sipahê pasdarên înqilaba Îslamîç, ev êrîş ser neket.

Fermandarê Şaristana Seravanê bi gotina vê yekê ku ji ber vê êrîşa têrorîstî tu ziyaneka malî an canî çênebûye, got: “Têrorîst piştî vê êrîşa serneketî reviyan nav axa Pakistanê”.

Fermandariya Şaristana ‘Serbaz’ê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî Çarşemiyê bi şev bi ragihandina vê yekê ku endamên koma têrorîst a Ceyşa Zilmê sibeha roja Sêşemiyê ji dûrahiya 600 mitrî ya pasegeha Reşadetê ya Henga sînorî ya Cekîgorê dest bi gullereşandinê kirin, got ku li pey bersivdana memûran û gullebarana tund a van hêzan, piştî 40 deyqeyan pevçûnê, endamên vê koma têrorîst tevî paşvekişiyanê reviyan nav axa Pakistanê.

Têrorîst û şerxwqazên çekdar  û kirêgirtî di çend salên dawî da bi cihanîna opersiyonên têrorîstî ji nav axa Pakistanê, hejmarek ji welatî û sînorvanên Komara Îslamî ya Îranê li navçeyên sînorî yên Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şehîd kirine û piştra reviyane nav axa Pakistanê.

Başa dön tuşu