ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Bila Ewrûpa sozên we yên aboriyê cih bîne

Alîkarê beşa siyasî ya wezareta karên derve ya Îranê, pêgîrî kir: Têhranê sozên xwe yên di çarçoveya Lihevkirina Navokî de cih anîne û çavlirê ye ku Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî li rex cihanîna sozên xwe yên siyasî, sozên xwe yên aborî yên di çarçoveya Lihevkirina Navokî de jî cih bîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê pişka siyasî ya wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, roja pêncşemiyê li civîna mêkanîsma siyasî ya şêwirînê ya alîkarên wezîrên karên derve yên Îran û Îtalyayê li Romê, bal kişand ser vê yekê ku Amerîka bi derketina ji Lihevkirina Navokî, di praktîkê de biryarnmeya 2231`an a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) binpê kiriye û got: Amerîka tenê ji Lihevkirina Navokî derneketiye û welatên din ên cîhanê jî han dide ku biryarnama 2231`an binpê bikin.

Alîkarê beşa siyasî ya  wezareta karên derve ya Îranê, herwiha got: Lihevkirina Navokî, hevhatinameyeka ewlehiyê ye û derketina Amerîkayê ji Lihevkirina navokî, ewlehiya Ewrûpa û navçê û pergala navnetewî xistiye ber pirsgirêkan.

Biryar e Iraqçî li serfera xwe ya yekrojî ya bo Îtalyayê bi hejmarek ji rayedarên vî welatî re hevdîtin û gotûbêj pêk bîne.

Başa dön tuşu