ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Civîna Viyenayê nîşana eşkeraye bi tenê mayîna Amerîka li nav welatên cîhanê bû

Alîklarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê civîna vê dûmahîkê yê komîsiyona hevpare rêketina navokî li Viyenayê nîşana eşkeraye bi tenê mayîna Amerîka li nav welatên cîhanê daye zanîn.

Seyîd Ebas Iraqçî alîklarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a IRNA`yê destnîşan kir: Li vê civînê liser rêçareyên îcrabûna rêketina navokî ji wan meselên bankî û niftî hate axivtin û hemû wezîrê karên derve yên ku pişkdariya vê civînê kirin li ser rêçareyên îcrabûna rêketina navokî ji wan wêdadana dolar ji nav dan û istandinên abûrî di navbera îranê û şirîkên abûrî sekinîn û destnîşan kirin ku ev babeta her çi zûtirkê bê îcrakirin.

Alîklarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Daxûyaniya kutahiya civîna komîsiyona hevpare rêketina navokî ji babeta siyasî daxûyaniyekî qahîm bû bona nîşandana îradeya aliyên ku li ser dewama rêketina navokî diaxivin û hemû hema eşkera li hemberî siyaseta Amerîka ya îbtalkirina vê rêketinê û boykotên ducarî yên dijî Îranê sekinîn .

Iraqçî li vî halî da jî destnîşan kir: Ew babeta ku ji bo Komara îslamî ya Îranê girîng e, îcrabûna vê îradeya aliyên ku gel Îranê li ser dewama rêketina navokî diaxiviin e, bi curekê ku xwestekên Îranê gor vê rêketinê bitaybet li babetên bankî û niftî bêne garantîkirin.

Wî ragihand ku eva tiştekî normal e ku eger bê û xwestekên Îranê gor rêketina navokî neyên berçavgirtinê wê çaxê îran riyên dinê dê berçav bigre.

Li komîsiyona hevpare vê rêketinê du aliyan li ser pêşeroja rêketina navokî axivîn û ev civîna bi pişkdariya wezîrê karên derve yê Îranê û wezîrê karên derve yê grûpa 4+1 birê ket.

Li komîsiyona hevpare rêketina navokî wezîrê karên derve yê Îranê û hevtayên wî yên Alman, Fransa, Ingilîz, Çîn û Rûsiyayê û Fedrîka Mogirînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa pişkdar bûn.

Civîna dehan a Komîsiyona hevpare rêketina navokî ser daxwaza Îranê û piştî derketina neqanûnî ya Amerîka ji vê rêketinê îro îniyê li Viyenayê birê dikeve.

Başa dön tuşu