ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Dayîna îznê bo Îranê ji bo zengînkirina Ûranyûmê zêdetir ji 300 kîlogeremê

Seyd Ebas Iraqçî serokê taxima gotûbêjkera Îranê li komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî tevî derewzanîna nûçeya Wall Street Jornal`ê, got: Li ser esasa lihevkirina navbera endamên komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî, dê Îran bikare madeyên zêdetir zengîn bike.

Seyd Ebas Iraqçî her wiha got: Roja sêşemiyê komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî di dawiya civîna xwe li Viyenê plana Îranê ya paqijkirina kepiran ji navenda zengînkirina Ûranyûmê ya Netenza Îsfehanê li navenda Îranê qebûl kir.

Serokê taxima gotûbêjker a Îranê li komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî bi bîr xist: Li ser esasa vê planê tevayê kepirên madeyên zengînkirî ku ji boriyan tên derxistin derveyî 300 kîlogerem madeya zengînkirî ya Îranê tên hesêb û bi vî awayî Îran dê bikare madeyên zêdetir zengîn bike.

Iraqçî destnîşan kir: Ev pesendnameya komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî ku encama gotûbêjên pisporî ji aliyê pisporên Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê ye, piştî wergerandinê dê li malpera wezareta karên derve da bê weşandin.

Li gorî vê raporê, Wall Street Jornal`ê bi nûçeyekê îdia kiribû: Nûnerên navokî yên Îranê roja sêşemiyê plana Amerîkayê ya paqijkirina tam a Ûranyûma mayî li hêzgeha Netenzê qebûl kirine.

Civîna komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî  li ser daxwaza  roja 16`ê Kanûnê ya Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê û ji bo hilkolandina binpêkirina Lihevkirina Navokî ji aliyê Amerîkayê va bi saya dirêjkirina qanûna ISA`yê, bi beşdariya cîgirên wezîrên karên derve yên Îran û welatên endama Koma 5+1`ê roja sêşemiyê li Hotel Koborg`a Viyenê hat lidarxistin û bi weşandina daxûyaniyeke çapemeniyê xebata xwe bi dawî anî.

Ji dema cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê ev cara duyem e ku komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî li gorî daxwaza Îranê û ji bo hilkolandina bêsoziyên Amerîka û kiryarên vî welatî yên dijî naveroka Lihevkirina Navokî civînê li dar dixe.

Li vê civînê nûnerên dewletên endama komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî tevî ciddîzanîna dilgiraniya Îranê  xwestin ku Amerîka hin kiryaran ji bo bêbandorbûna qanûna ISA`yê û zelalkirina tam li vî warî da pêk bîne, bi awayekî ku êdî tu guman û nediyariyek li bara viya ku ISA`yê tu bandoreke xwe li ser ticaret û hevkariya digel Îranê tine, nemîne.

Di dewama vê civînê da hemî welatan li ser sozdariya xwe ya tam li bara Lihevkirina Navokî û xwedûrgirtina ji her cûre kiryarên ku derbeyê li cihanîna bibandor û giştalî ya Lihevkirina Navokî li warê rakirina boykotan dêxe, pêgirî kirin û li ser pêwîstiya bêbandorbûna qanûna ISA`yê her wiha qanûnên ku li gorî Lihevkirina Navokî cihanîna wan gere bê rawestandin, pêkutî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu