AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Derfeta 60 rojî dubare nabe

Alîkarê dercebilind ê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Iraqçî piştî hevdîtina xwe bi alîkara berpirsa siyaseta dervere ya Yekitiya Ewropayê desnîşan kir: Derfeta 60 rojî ji bo cebirandina kêmasiyên aliyê Peymana Navokî qet dubare nabe.

Li gor IRIB Newsê, Alîkarê dercebilind ê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li warê siyaseta derve, seyd Ebas Iraqçî ku endamê tîma muzakireya navokî ya Îranê jî bû, piştî hevdîtina xwe bi alîkara berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Helga Schmid(Şmîd) re got: Tehran bi tenê ji bo weşandina daxuyaniyên dubare rûniştina hevpar a Lihevkirina Navokî pêk nayne.

Iraqçî herwiha got ku me hîn ti pêngaveke ber bi çav û pratîk ji aliyê ewropiyan nedîtiye û di dewamê de diyar kir: Ewropî dikarin li mijarên bankî, nift, enerjî, ternzît û transportêû bikaranîna sermayê li Îranê riyekê peyda bikin, lê heya niha nikarîne vê yekê cîbicî bikin.

 Iraqçî herwiha got: Bi kutabûna defeta 60 rojî, heke aliyên din ên Lihevkirina Navokî pêsparteyên xwe cih neynin û ji bo parastina vê lihevkirinê karekî pratîk nekin, Îran wê pêngava xwe ya duyem bide despêkirin, 

Alîkara berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Helga Schmid ku ji bo gotûbêja bi rayedarên îranî re sefera Tehranê kiriye îro bi Alîkarê dercebilind ê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li warê siyaseta derve, seyd Ebas Iraqçî re hevdîtin pêk anî.

Başa dön tuşu