NûçeRojhilatanavin

Rawêjkariya alîkarên wezîrên karên derve yên Îran û Ûrsêtê li bara alûgurên navçê

Alîkarên wezîrên karên derve yên Îran û Ûrsêtê li bara alûgurên navçê ji wan ên Sûriye, Yemen, Libnan û Filistînê gotûbêjê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mîxayîl Bogdanof nunerê serokomarê Ûrsêtê li karên Rojhilata Navînê û alîkarê wezîrê karên derve yê vî welatî ku niha bi fermî serdana Têhranê kiriye, şeva buhurî bi Hisên Emîrevdilahiyan alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Di vê hevdîtinê da ku li avahiya wezareta karên derve ya Komara Islamiya Îranê û bere berê dewra nû ya muzakirên aliyên sûrî li Jênêvê, bi rê ket, Têhran û Moskovê bilî pêkutiya ser rêçareya siyasî wek tenha riya çareserkirina qeyrana Sûriyê, rawêjkariya her du welatan jibo bihêzkirina pêvajoya gotûbêjan û aştiya netewî pêwîst zanîn.

Bogdanof nunerê taybet ê serokomarê Ûrsêtê li karên Rojhilata Navînê tevî pêşwaziya ji rawêjkariya berdewam a Îran û Ûrsêtê li bara meseleyên rojavaya Asiyayê bi merema alîkariya bo çareserkirina bi rêbazên siyasî ya pirsgirêkan û vegerandina istiqrar û ewlehiyê bo welatên tûşî kêşeyê bûne, pêwîst zanî û li ser pişkdariya nunerên hemî çîn û qat û partiyên sûrî li gotûbêjên pêşerojê yên Jênêvê sekinî û ev yeka şertê sereke yê serketina van gotûbêjan zanî.

Her du alî her wiha li ser tifaq û yekperçetiya axa Sûriyê sekinîn.

Hisên Emîrevdilahiyan alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê viyana welatan nemaze bo birrîna riyên têkilî û gîhandina alîkariyên darayî û locêstîk bo komên têrorîst, pêwîstiya têkoşîna serketî li hemberî têrorîsmê zanî. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu