ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Wilayetî tev Fuad Mesûm

Fuad Msûm serokkomarê Iraqê û Elîekber Wilayetî şêwirkarê karûbarên  navneteweyî yê rêberê Îranê û taxima bi wî re duh hewdîtin kirin û li bara riyên xurtkirina  peywendiyên  Îran û Iarqê gotûbêj kirin.

Li vê hevdîtinê Fuad Mesûm bal kişand ser vê yekê ku her du welat bi hev re peywendiya dîrokî hene û daxwaza  berfirehkirina  hevkariyên dualî li hemî waran kir.

Wî helwesta Îranê li war; rawestana li ber terorîzmê binirx da zanîn û got: Welatê cînarê me Îran yekim welat bû ku  li rawestana li ber DAIŞ`ê alîkariya Iraqê kir.

Serokkomarê Iraqê her wiha  ser pêwîstiya  hevkariya  welatên navçê jibo jinavbirina  DAIŞ`ê tekez kir û ev grûpa xetereke cidî jibo civaka mirovahiyê da zanîn.

Elîekber Wilayetî serokê niha yê navenda lêkolînên  stratejîk a civata  kivşkirina mesilheta nizama Îranê jî li vê hevdîtinê hemase û serketinên Iraqê li hember DAIŞ`ê  binirx da zanîn û got: Îran bi micidî jibo berfirehkirina  hevkariyên dualî hewil dide.

Elîekber Wilayetî jibo beşdariya li civîna  Konseya  Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Islamî sefera Iraqê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu