NûçeÎranMisrRojhilatanavin

Pênc Civînên Bilind ên li Misrê: Îran jî di rojevê de ye.

Bi beşdariya serokên Iraq, Misir, Behreyn, Îmarat û Urdinê îro lûtkeya 5 alî li New Alamein a Misrê birêve diçe.

Bi beşdariya serokên Iraq, Misir, Behreyn, Îmarat û Urdinê îro lûtkeya 5 alî li New Alamein a Misrê birêve diçe.

Ajansa Nûçeyan a Îraqî (INA) ragihand ku Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid, Şahê Urdinê Ebdullah û Şahê Behreynê Hemed bin Îsa Al Xelîfe beşdarî vê lûtkeyê bibin..

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Serokwezîr Kazimî ji bo beşdarî lûtkeyê bibe dê îro biçe Misrê.

Çavkaniya dîplomatîk a iraqî li gotûbêja bi INAyê re got: Di lûtkeya 5an de dê Iraq, Filistîn, Lîbya û Yemenê û şerê Ukraynayê, kirîza bendava Ronesansê û pêşhatên herî dawî yên navçeyî û cîhanê bên gotûbêjkirin.

Dîplomatekî Misrî ku ji malpera “El-Erebi El-Cedîd” re daxuyanî da, destnîşan kir ku ji nû ve cîbicîkirina rêketinama navokî ya Îranê û vegerandina Amerîkayê ji bo lihevkirina Viyenayê jî di rojeva civînê de ne. ser.

Başa dön tuşu