FilistînNûçeRojhilatanavin

Şehadeta ciwanê filistînî li kêleka rojava ya çemê Urdinê

Eskerên Rejîma Siyonîstî vê sibê sêşemiyê ciwanekî filistînî li bajarokê Beyt Rîmayê li Ramullahê li kêleka rojava ya çemê Urdinê şehîd kirin.

 Li gorî  rapora navenda raghandinê ya  Filistînê, Eskerên Rejîma  Siyonîstî vê sibê êriş kirin ser mala  Muhemed Zeqlûl Rîmawî û li wî xistin û ew desteser kirin.

Ev ciwanê filistînî piştî hêsîrbûnê ji ber xwînrêjiyz zêde şehîd ket.

Ji aliyê din ve eskerên Rejîma Siyonîstî bi êrişa ser navçên curbicure kêleka rojava ya çemê Urdinê 19 filistînî girtin.

Piştî  vê êrişê navbera siyonîstan û welatiyên filistînî pevçûneke giran derket.

Eskerên siyonîst her roj bi mehneyên curbicur  êrişê dikin ser malên filistîniyan li kêleka  rojava ya çemê Urdinê.

Amarên fermî yên Filistînê nîşan didin ku herîkêm 6500 filistînî ji wan 300 zarok di zindanên  Îsraîlê de ne.

Başa dön tuşu