ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Hebûna Îranê li Sûriyê ji bo şerrê dijî terorîsmê ye

Alîkarê karên siyasî yên wezîrê karên derve yê Îranê got: Hebûna şêwirkarên leşkerî yên Îranê li Iraq û Sûriyê û şerrê dijî terorîsmê, nehêşt ku koma terorîst a DAIŞ`ê li ser navçê û ji wan li Libnanê serdest bibe.

Ebas Iraqçê, li hevpeyvîna bi kanala BBC ya Brîtanyayê re destnîşan kir: Rewşa li Sûriyê, pirr aloz e û nîgeraniya li bara îmkana qewimîna şerekî berfiretir li navçê zêde dibe.

Wî bal kişand ser vê yekê ku tu rêçareyeka leşkerî jibo qeyrana Sûriyê tune û herwiha got: Îran hertim li dû kêmkirina şidet û pevçûnên li Sûriyê bûye û bi hevkariya Rûsya û Tirkiyê, pêvajoya Astanê ji bo kêmkirina kêşeyên li Sûriyê pêk anî û alîkariya berfirekkirina navçeyên bêyî kêşe û pevçûnan li pişkên curbicur ên Sûriyê kiriye.

Iraqçî hêvîdariya xwe diyar kir: Bila yekperçetiya axê û yekbûna Sûriyê, ji aliyê hemî welatan ve were qebûlkirin û sûrî li rêbazeka siyasî bi hev re rûnin û gotûbêjê bikin.

Alîkarên karûbarên siyasî yên wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê, li serokatiya taximeka siyasî ji bo beşdariya li gotûbêjên siyasî yên di navbera Îran û Brîtanyayê de seredana Londonê kiriye.

Başa dön tuşu