Iraqçî: Hevkariya ji bo sekinîna li hemberî gefên ewlehiyê pêwîst e
Cîgirê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Welatên cîhanê gere ji bo sekinîna li hemberî gefên ewlehiyê di asta navneteweyî da hevkariyê bikin.
Seyd Ebas Iraqçî cîgirê hiqûqî û karên navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li civîna serokên polîsên têkoşîn ali hemberî madeyên hişber li Têhranê her got: Hevkariyên navneteweyî di navbera hêzên elwekariyê (întizamî) yên Îranê û saziyên navneteweyî li warên cûrbicûr bi taybet li warê têkoşîna dijî madeyên narkûtîk û hişber baş e.
Iraqçî bi gotina viya ku welatek nikare bi tenê li hemberî cûreyên gefan biseki9ne, got: Divê derfetên zêdetir ên navneteweyî werin bikaranîn; Ji ber ku ji bo civaka navbneteweyî ked û zehmetiyên Komara Îslamî ya Îranê li warê têkoşîna li dijî madeyên hişber bi tamî nehatine naskirin.
Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Diravşûştin (Bikaranîna neçê ya dirêv) û têrorîsm wekî du gefên navneteweyî da zanîn û her wiha got: Sekinîna li hemberî van gefan bi saya hevkariya digel welatên din pêkan e.
Iraqçî bi bîr xist: Îran piştî Pêkhatina Lihevkirina Navokî ya digel welatên Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar zêdetir ji berê di warê navneteweyî da çalak bûye û gere ev rewşa pêkhatî ya erênî ji bo têkoşîna bihêztir û hevgirtîtir digel qaçaxçiyên madeyên hişber were bikaranîn.
Cîgirê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê raberkirina zêde ji çar hezar şehîdan di riya têkoşîna li hemberî madeyên hişber girîng zanî û got: Hêza ewlekariya Îranê di rêka têkoşîna li hemberî madeyên narkûtîk û hişber baş tevgeriyaye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)