AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Hewldanên Ewropayê ji bo parastina Peymana Navokî divê encamên pratîk hebe

Alîkarû siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî yê Îranê Ebas Iraqçî ji hewldanên Ewropayê bona parastina Peymana Navokî pêşewazî kir û hêvîdariya xwe diyar kir ku hewldanên Ewropayê ji bo parastina Peymana Navokî divê encamên pratîk hebe .

Alîkarû siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî yê Îranê Ebas Iraqçî duh li hevdîtina serokê Koma Hevaltiya Navbera Îran û Fransayê Philippe Bonnecarrère (Fîlîp Bonkarêr) li meclisa Senaya Fransê û serokê Koma Hevaltiya Navbera Îran û Fransayê li Civaka Neteweyî ya vî welatî Delphine O (Dulfîn O) li Tehranê de got: Îran viyana Fransayê ji bo rawestana li ber yekalîxwazî û qanûnên amerîkî yên derveyî vî welatî bi qedr û qîmet dizane.

Îraqçî got: Amerîka bi kiryarên xwe yên yekalîxwazî û qanûnî li warê derketina ji Peymana Navokî hem biryarnama Konseya Ewlekariyê ya NY xistiye bin lingên xwe, hem  welatên din neçar dike û ji wan dixwaze ku vê kiryara neqanûnî cih bînin.

Alîkarû siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî yê Îranê herwiha siyasetên Îranê li navçeyê di çarçova parastina îstiqrar û ewlekariya navçê de da zanîn û got: Îranê bi cidî li hemberî koma terorîst a DAIŞê ku ewlehiya gişt navçê û cîhanê xistibû ber talukeyê şer kir û li vî halî de li hemberî parçebûna welatên navçê û guhertina sînorên navçê bi cidî disekine.

Philippe Bonnecarrère û Delphine O jî li vê hevdîtinê li ser piştgiriya Fransayê ji Peymana Navokî sekinî û got: Peydakirina mekanîsmekê ji bo danûstandinên bankî û îstifadeya Îranê ji berjiwendiyên Peymana Navokî kareke sereke û pêwîst e û Fransa bi cidî vê yekê dişopîne.

Serokên Komên Hevaltiya Navbera Îran û Fransayê li meclisa Senayê û  Civaka Neteweyî ya vî welatî herwiha qedrzaniya xebatên Îranê li şerê li dij DAIŞê kir.

Başa dön tuşu