ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Îran xwazyarê hevgirtin û sekinîna li hemberî tifaqşikêniyê ye

Cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê got: Siyaseta Komara Islamî ya Îranê qahîmkirina Rêxistina Hevkariya Islamî ye û hertim daxwaza hevalbendiya welatên islamî dike û neyarê her cure siyasetekê ye ku dijî yêketiya welatên islamî be.

Seyd Ebas Iraqçî cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê li kutahiya civîna karzanên Saziya Hevkariya Islamî li Istanbolê li gotûbêja tev nûçegihanê IRNA’yê destnîşan kir; Bername û hedefa herîgirîng a Rêxistina Hevkariya Islamî û hegera pêkhatina vê saziyê sekinîna li hemberî Rejîma Siyonîst û piştevaniya ji gelê Filistînê û berevaniya ji heq û mafê gelê Filistînê ye.

Iraqçî destnîşan kir; Sekinîna li hemberî Rejîma Siyonîst û berevaniya ji mafê gelê Filistînê hertim ji bernamên serreke yên Rêxistina Hevkariya Islamî bûye û gere ku îznê nedin ev saziya lawaz be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu