İslami Davet Kurdi Bange İslami

Iraqçî îro diçe Istembolê

Ebas Iraqçî, alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê îro bi taximekê re bona hilkoalndina bernama karê civîna rayedarên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî diçe Stembolê.

Civîna rayedarên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) rojên pêncşem û îniya vê heftiyê li Stembola Tirkiyê birêve diçe .

Rojên yekşem û duşemiyê civîna karzanên pilebilind ên welatên enadmê Rêxistina Hevkariya Îslamî û sêşem û çarşemiyê jî civîna wezîrên karên derve yên endamê vê rêxistinê li Stembolê dê birêve here .

Rêxistina Hevkariya Îslamî dewem rêxistina navdewletî piştî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye ku 57 welat endamên wê ne .

Armanca avakirian vê rêxistinê ku zêde ji 4 dehek ser emrê wê derbas dibe, parastin û piştgiriya ji berjewendiyên cîhana Îslamê Îslamê ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version