ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Lihevkirina Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê nabe mijara gotûbêjê

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Lihevkirina Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê nabe mijara gotûbêjê, destnîşan kir: Heke ev lihevkirin ji nav here, rayedarên Îranê amade ne her tiştê ku li gorî Lihevkirina Navokî hatiye qedexekirin, pêk bînin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Fars Newsê, Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Ebas Iraqçî ku roja Pêncşemiya bihurî anku 19ê Nîsanê sefera Osloyê kiribû, li hevpeyivîna bi rojnameya Aftên Postênê ya Norwêjê li bara binpêkirina Lihevkirina Navokî ji aliyê Amerîkayê va, her wiha got: Îran amade ye ku bernameya xwe ya navokî ji nû va dest pê bike.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Heke Amerîka ji Lihevkirina Navokî derkeve, yek ji van stûnan ji nav diçe û piştra dê ev lihevkirin bi giştî têk biçe.

Iraqçî got: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bi deh raporan sozdariya Îranê derheqê sozên xwe li Lihevkirina Navokî piştrast kiriye, lê ev di rewşekê da ye ku serokomarê Îranê gefan dixwu ku dê ji Lihevkirina Navokî derkeve.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Ji bo ku Lihevkirina Navokî kêrhatî be, divê mayînde  be û were pêşbînîkirin û ev miajr ji bo norwêjî û kompaniyên biyanî ku dil hene sermiyana xwe li Îranê daynin, pêwîst e.

Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê (Inglîs, Amerîka, Fransa, Çîn, Rûsiye û Almanya) ji meha Çileya sala 2016an va ketiye ser riya cihanînê, Lê dewleta Amerîkayê wek endamekî vê komê hertim bêsozî kiriye. Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê daxawza guhertina Lihevkirina Navokî kiriye û hişyarî daye ku heke ev lihevkirin neyê guhertin, Amerîka dê jê derkeve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu