ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Mimkin e Îran di hefteyên bê de ji rêketinama atomî vekişe

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê hişyarî da ku diqewime Îran di hefteyên bê de ji rêketinama atomî vekişe.

Seyîd Ebas Iraqçî alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna digel Kanala Euro News`ê got: Rêketinama navokî niha di rewşeke taybet û awarte da ye û heke lihevkirinek bi ewropîyan re bi dest nekeve, diqewime Têhran ji vê rêketinamê vekişe.

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Panoramayeke zelal ji bo domandina muzakirên digel Ewropayê ji bo parastina rêketinama atomî tineye. Iraqçî bi bîr xist: Îran hazir e ji bo peydakirina rêçare û pakêtên pêşnîyarî yên Ewropayê ji bo parastina rêketinama atomî alî Ewropayê bike û ew pakêta têra mayîna Îranê li rêketinama atomî bike.

Seyîd Ebas Iraqçî herwiha got: Îran hez dike rêkeitnama navokî biparêze lê divê hevsengîya piştî vekişîna Amerîkayê ji rêketinama atomî were parastin. Ewropî divê rêyekê ji bo parastina rêketinama atomî û derbasbûna ji boykotên Amerîkayê peyda bikin.

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê herwiha got ku rêketinama atomî û boykot tu wexta nikarin bi awayekî hevdem bin. Wî got: Pirranîya gelê Îranê roja îro bawerîya xwe li Ewropayê jî naynin û divê Ewropa ji bo bidestxistina pêbawerîya vî gelî hewil bide. Îranî dibêjin vekişîna Amerîkayê ji rêketinama atomî tenê lîstika polîsê baş û yê pîs e. Ewropa roêa polîsê baş dilîze.

Başa dön tuşu