ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Pakêta pêşniyarî ya Ewrûpa li bara rêketina navokî heta kutahiya Hezîranê

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Pakêta pêşniyarî yê Yeketiya Ewrûpa bona zimaneta xêr û qazanca Îranê ji rêketina navokî hêtimal heye heta kutahiya Hezîranê bê raberkirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Seyîd Ebas Iraqçî alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê li civîna duh şemiyê li Têhranê bal kişande ser viya ku Îran û aliyên dine rêketina navokî dixebitin bona vê yekê ku ev rêketina hilneweşe û ev rêketina hema bê domandin got: Fransa, Alman, Ingilîz û Yeketiya Ewrûpa soz dane ku pakêtek bona dabînkirina xwestekên Îranê gor rêketina navokî raber bikin.

Iraqçî bal kişande ser viya ku frotina nifta Îranê û zivirîna diravê niftê, dan û istandinên bankî, terajzît û babeta gemiyan û niftkêş û balafiran ji wan babetanin ku ewrûpa gere ku Ewrûpa xwestekên Îranê dabîn bike û ragihand: Biryara Îranê maye ser îrade û karayiya aliyên gotûbêja tev Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê bilî şirovekirina hegerên derketina Amerîka ji nav rêketina navokî û got: Desthatên Îranê ji rêketina navokî bi curekê bû ku Amerîka nekarî vê yekê tamil bike û hizr kir ku ji vê rêketinê zerer kiriye loma ji nav rêketina navokî derket.

Başa dön tuşu