ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Pirsgirêka herî mezin a navçeyê Rêjîma Siyonîstê

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Koka qeyranan Rojavaya Asyayê li dagirkeriya Rêjîma Siyonîst e û pirsgirêka herî mezin a navçeyê Israîl û siyasetên zorbjî û serkutkirinê yên vê rêjîmê ne.

Li gorî rapora Rêvebiriya Giştî ya Dîplomasiya mêdyayî ya Wezareta karên derve, Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Seyid Ebas Iraqçî rja Duşemiyê li hevdîtina bi Pêrêz Mîslaw Lang alîkarê wezîrê karên derve yê Polonyayê li Têhranê her wiha got: Heta wê demê ku gelê Filistînê mafê xwe yê rewa bi dest nexe, navçeya Rojavaya Asyayê dê aramî û tenahiyê nebîne.

Iraqçî kêşeya din a navçeya Rojavaya Asyayê siyasetên şerxwaziyê yên dewleta Amerîkayê da zanîn û got: Li halekî ku Amerîkayê dil heye Lihevkirina Atomî wek tenha encama dîplomasî û gotûbêîjê li navçeya Rojavaya Asyayê ji nav bibe, çawa dikare îdia bike ku l pey çareserkirina kêşeyên navçeyê ye.

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi lidarxistina Komcivîna dijî Îranê ya bi navê xwedêbergiravî Aştî û Ewlehî li Rojhilata Navînê bi mazûvaniya hevpar a Amerîka û Polonyayê di rojên 13 û 14ê Sibata 2019an li Wersawa paytexta Polonyayê, got: Dewleta Polonyayê divê nêta rasteqîn a dewleta Amerîkayê ya lidarxistina vê Komcivînê têbigihêje û dûhatên wê yekê fam bike.

Iraqçî bi gotina vê yekê Îran hertim li dû pêkanîna Aştî û Ewlehiyê li navçeyê ye û ew yek di warê têkoşîna dijî komên têrorîst weke DAIŞê selimandiye, her wiha got: Îran dê rê nede tu welatekî li navçeyê an derveyî wê bo pêkanîna hevpeymaniyên dijî berjewendiyên xwe.

Başa dön tuşu