İslami Davet Kurdi Bange İslami

Iraqçî: Rêketinama navokî careka din nabe mijara muzakirê

Seyîd Ebas Iraqçî ku ji bo pişkdarîya li 11`emîn civîna komsyona hevpar a rêektinama navokî li Vîywnê ye herwiha got ku li gorî nêrîna Komara Islamî ya Îranê tu imkanek ji bo lihevkirineke temamkir, zêdek an peyvên bi vî rengî ku wan rojana basa wan tê kirinê tineye.

Yazdehemîn civîna komsyona hevpar a rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê dê îro li şarê Vîyen paytexta Otrîşê bê lidarxistin.

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê li gorî mukurhatina Ajansa Navnetewî ya Ênêrîjya Atomê (IAEA) heta niha hemî sozên xwe cih anîne, em jî ji hemî alîyên vê rêketinama navnetewî dixwazin ku sozên xwe tam bi cî bînin.

Seyîd Ebas Iraqçî bi gotina vîya ku helwestên hin alîyên rêketinama navokî tam nêzîkî helwestên Îranê ne û helwestên hinekên din jî piştrast dikin ku Amerîka rêektinama navokî binpê dike, dîyar kir: Giranîya 11`emîn civîna komsyona hevpar a rêketinama navokî dê li ser rakirina boykotan be.

Iraqçî herwiha got:Desteya Îranê li civîna îro dê babetên binpêkarîya Amerîkayê têkildarî rêketinama navokî li komsyona hevpar raber bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version