ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Siyaseta Navçê ya Îranê li gor esasa aştî û îstiqrarê ye

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê li gorî siyaseta xwe ya navçeyî ku li ser esasa aştî û ewlehî û îstiqrarê ye amade ye ji bo çareseriya pirsgirêkên çêbûyî di navbera xwe û Erebistanê gotûbêjê bike.

Ajansa Fars Newsê duh ragihand ku Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarn huqûqî û navneteweyî Ebas Iraqçî li gotûbêjs bi nûçegihanan re li Tokiyoyê paytexta Japonyayê got: xala hevpar ya pirsgirêka Îran û Erebistanê ji bûyera îhaneta li du ciwanên nûgihêştî yên îranî li balafirgeha Cedeyê û kuştina 464 tewafkirên îranî li bûyera Minayê bû ku ji ber va hiqaret û îhanetên Erebistan îsal em heciyan naşînin heca Temetu’.

Li vî halî de Iraqçî Erebistan welatekî girîng li navçê da zanîn û got: Kiryara Erebistanê li qutkirina pêwendiyên xwe bi Îranê re ji şaşitiyeke hesabkariyê çavkaniyê digire.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser rola girîng a Îranê li şer û xebata li dijî terorîzmê li Rojhilata Navîn û pêşewaziya alîkariya Japonyayê ji bo sekinîna li ber terorîzm û fanatîzmê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu