ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Serokê banda herî mezin a sîxorîya Erebistanê li Hudeydeya Yemenê hat girtin

Sêrvîsên ewlehîyê yên Yemenê bandeke sîxorîyê ya hevalbendîya siûdî li devera Tehamê ser bi Hudeydê nas kirin û serkirdê wê jî girtin.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, çavkanîyeke haydar li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a fermî ya Yemenê (SABA) got: Serkirdê vê bandê Ebdulah Setîh welatîyê erebistanî û yek ji xwendekarên medreseyên tekfîrîyan ku yek ji serkirdên mezin ên sazîyên tekfîrî yên çalak di çaçrova berjewendîyên Ajansên Lêzanînan ên bîyanî dikir.

Li gorî vê raporê, Ebdulah Setîh di heyama êrişên hevalbendîya siûdî ser Yemenê de xizmeta vê hevalbendîyê kirîye û ji şandina lêzanînan bigire heta komkirina eskerên kirêgirtî ji bo şêrê dijî Yemenê ya ji dêstî hatîye kirîye û vê dawîyê çavdêrîya karên du bandên mezin ku 40 endam hebûne, kirîye.

Başa dön tuşu