Konseya Bilind a dadweriya Iraqê raghand ku dadgeha navendî lêkolîn ser zêde ji 100 zarokên Tirkiyê ku DAIŞ`ê ew li Iraqê bi cih hiştbûn, radestî Tirkiyê kirin.
Li gorî rapora ISNA`yê, Qazî Ebdulsetar Bîreqdar,berdevkê Konseya Bilind a dadweriyê ya Iraqê îro çarşemiyê li daxûyaniyekê diyar kir: Dadgeha navendî lêkolînên ku berpirsê hilkolandina osiya terorîzmê û tawanbarên biyanî ye, 188 zarokên ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê bi cih hiştibû radestî berpirsên Tirkiyê kir.
Bîreqdar bal kişand ser vê yekê ku operasyona guhestinê bi çavdêriya dezgeha dadweriyê cih hat got: Hejmareka kêm kesên temendar di nav wan de hebûn ku bi tawana derbasbûna ji sînoran û nebûna dewra îqametê tawanbar bibûn û dewra mehkûmiyeta wan jî dawî bû.
Berdevkê Konseya bilind a dadweriya Iraqê got: Guhestina van zarokan bi beşdariya nûnerekî wezareta karên derve ya Iraqê û nûnerekî din ji balyozxana Tirkiyê li Bexdayê û saziyên navneteweyî mîna UNICEF`ê cih hat.