IraqNûçeRojhilatanavin

‘Iraqê bo cara yekem balefirên F16 li Mûsilê bikaranîn’

Jêderekî ji artêşa Iraqê ragihand, firokeyên F16 yên Iraqî şeva borî bo yekem carê çend binke û baregehên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê bombebaran kirin.

Wî jêderî aşkere kir jî, ew firoke ji binkeya asmanî Beled li aprêzgeha Selahedîn firîn û êrîş li nava bajarê Mûsilê pêk anîn.

Li gor fermandarên leşkerî, ku DAIŞê ji çend rojan ve êrîşên beramber dike, lê nikare li ber pêşketinên artêşa Iraqê bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu