Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê li berteka li hember gotinên wezîrê karên derve yê Erebistanê li bara hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê ragihand ev gotin dewama reftara alozîçêker ên siûdiyan li hember dewleta Iraqê ye.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Someriye , Ehmed Cemal berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê îro sêşemiyê got: Dubarekirina îdiayên neyînî yên siûdiyan li bara fîdakariyên hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê tu nirxenak xwe tine û ji ber reftara wan a eşîregeriyê ye.
Ehmed Cemal got: Reftara şaş ku Erebistanê girtiye ber xwe bûye baîs piraniya derfetan jibo hevkariya tev gelên navçê ji nav here û qeyranên Sûriyê û Yemenê bidomin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê destnîşan kir ku Heşdê Şebî hêzeke wêrek û têkoşer e ku li gor qanûna ku parlemana Iraqê pesend kiriye, tev digere û yek ji saziyên fermî yên vî welatî tê hesabê.
Adil Cubeyr wezîrê karên derve yê Erebistanê siûdî duh îdiayên xwe li bara hêzên Heşdê şebî, ewna wekî mîlîtanên tayfetî dan zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)