IraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê idiaya Tirkîyê ya pişkdarîya li opêrasyona Mûsilê ret kir

Serokwezîrê Iraqê desnîşan kir ku pişkdarîya Enqerê li opêrasyona azadkirina Mûsilê, idiayeke nerast e.

Li gorî rapora kanala nûçan a El-Meyadînê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro li civîna rojnamevanîyê ya hevpar ligel Stêfan Lofon serokwezîrê Swêdê li Bexdayê, wekî berteka li hemberî gotinên berpirsên Tirkîyê têkildarî beşdarîya li opêrasyona azadkirina Mûsilê pêgîrî kir ku idiaya pişkdarîya Enqerê li opêrasyona Mûsilê derew e.

Serokwezîrê Iraqê bibîr xist ku dewleta Iraqê her cure destwerdana li karên navxweyî yên vî welatî yan binpêkirina serwerîya Iraqê ret dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu